Nêçîrvan Barzanî: Karên hevpişik li gel kompanîyayên Emerîkayê dê encam bidîn

Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê tekez kir li ser berengarbûna gendelîyê, pêşvebirina peywendîyên bazirganî li gel welatên derve bi giştÎ û Emerîka bi taybetî û çareserkirina arîşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê. Herweha tekez kir li ser wê yekê ku tevaya sanahîyan bo kompanîyayên weberhêberên Emerîkayê dikin û karên hevpişk li gel wan encam didîn.

K24- Hewlêr

Di gotarekê de li merasîma rêkkevtina Yekêtîya Jûra Baziragnîya Herêma Kurdistanê û Jûra Bazirganîya Emerîkayê ku bi serdanekê li Hewlêrin,Nêçîrvan Barzanî got: Niha qonaxa piştî Daişêye, kompanya yên Emerîkayê dikarin di bwarên cuda de weberhînanê li Herêma Kurdistanê bikin.

Herweha got: Supasîya kompanîyayên Emerîkayê dikîn ku berê di qonaxên cdijwar de, Em bi tenê nehêlayîn, niha Herêma Kurdistanê wê yekê ji bîr nake û hemû sanahîyekê dike bo weberhênerên Emerîkayê.

Serokê Herêma Kurdistanê di gotara xwe de tekez li ser encmadana çaksazîyê û rûbirûbûna gendelîyê  kir û got jî: Bi hemû awayekê piştîvanî û diltenahîyê didîn weberhênewran û mafên wan dê parêzîn.

Li ser peywendîyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de got: Hewil didîn qonaxeka nû ji peywendîyan di navbera Hewlêr û Bexdayê de dest pê bikîn û divêt herdû alî mifayê ji şaşîyên berê wergirîn û xuya kir : Herdû alîyan vîyana çareserkirina arîşeyan hene û hewlên cidî jî bo vê yekê dane.

Amaje bi wê yekê jî da ku ezmûna zêdetir ji 15 salan heye û bi mifa wergirtinê ji wê ezmûnê hewlên baştir didîn bo ayîndeyê.

Got jî: di demkê de ku Jûra Bazirgnîya Emerîkayê mezintirîn rêkxistîya cîhanîye û nwênerînî sî milyon kompûanyayên qebare cuda li seranaserî cîhanê dike û zêdetir ji 100 nivîsngehan heye. Hvêdarîn di ayînde de karên baş bi hev re bikîn.