Andrew Peek: Xelkê Kurdistanê bi serkirdatiya nû bextewer e
Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka bo Karûbarên Iraq û Îranê Andrew Peek ji K24ê re behsa pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka bo Karûbarên Iraq û Îranê Andrew Peek ji K24ê re behsa pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî dike.
Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka bo Karûbarên Iraq û Îranê Andrew Peek ragihand, “Pêwendiyên me yên baş û bihêz bi Herêma Kurdistanê re hene.”
Ragihand jî: “Xweşhal in bi destkarbûna Serokê nû û Serokwezîrê nê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Ev qonaxeke mezin e ji Herêma Kurdistanê re û gelek kar li pêşiya me ye ku bi hev re bikin.”
Amaje bi wê jî kir, “Di baweriya min de, xelkê Kurdistanê bi vê cure serkirdatiyê bextewer e.”
S. B