Alîyên sîyasî daxwaz dikin dosêya Zinara Ebrebî were çareserkirin

Projeya ta niha li ser maseleya tevgera siyasî ya kurdî bi awayekî cidî nehatiye gengeše kirin, lê hemû alî tekez dikin ku pêwîst e ev mijar were çareserkirin, û erd û zeviyan kurdan ji wan re vegerin.

K24- Qamişlo

Projeya ta niha li ser maseleya tevgera siyasî ya kurdî bi awayekî cidî nehatiye gengeše kirin, lê hemû alî tekez dikin ku pêwîst e ev mijar were çareserkirin, û erd û zeviyan kurdan ji wan re vegerin.

li rojavayê Kurdistanê yek ji giringtirîn mijarên siyasî ye ku hebûna xaka Kurdan armanc digre, bi sedema wê bi sedan hiktar zevî ji aliyê rêjîma Be`es a Sûriyê ve ji cotkarên Kurd hatine sitandin û radestî malbatên Ereb kiriye.

Aliyên siyasî jî ku ev dosye di pirogramê piraniya partiyan de tê bi bîrkirin ta nuha bi zelalî tu encam  ji bo çareserkirina wê bi dest nexistine, û dibînin ku bêyî vegera zeviyîn Kurdî û qerebûkirina cotkaran tu çareyên din tu nene.

Serkirdên Encûmena Niştîmaniya Kurd ENKS`ê tekez dikin ku di hemû hevdîtinên wan de bi aliyên navdewletî re vê mijarê gengeşe dikin û pêwîste rewşa herêmên Kurdî vegere berî derxistina vê biryarê.

Nêzî ji 45 gundan ji xelkên Reqa û gundewarên Helebêre di rojavayê Kurdistanê de hatine ava kirin, ku nave Mexmûrî li van xelkan dibe, li ser dirêjahiya sînorê di navbera Rojava û Bakûrê Kurdistanê de bêhtir ji 3 Milyon hiktar zevî ji Kurdan hatiye sitandin, hin siyasetmedarên Kurd weha dibînin da ku nakokî di herêmê de dernekevin ew di dema nuha de vê mijarê behs nakin, û tekez dikin ku di çarçoveya çareseriya kirîza Sûriyê dosêya zinara Erebî ya sereke ye divê çare jê re bihê dîtin.

Bi pilaneke ji aliyê rêveberiya Qutrî ya partiya Be`sa Sûriyê di sala 1974ê de pirojeya Zinara Erebî hate bicîkirin, ku mebest jê pêkanîna guhertina demografî ye di herêmên Kurdî de, û tevî salane aliyên siyasî vê buyerê bi bîr tînin lê ta nuha bi awayekî cidî tu çare jê re nehatiye dîtin.