Ji egera şerê Emerîka û Îranê Kurd pêwîste çi bike?
Bi sedema dorpêça aborî ku Emerîka li ser Îranê sepandiye,egerên li darxistina şerekî leşkerî di navbera herdû welatan de xurt dibe. Hin aliyên siyasî kurdî li Rojavayê Kurdistanê di bînin ku eger şerek weha rûbide dê bandora xwe li tevaya weltên herêmê heke. Ji alî xwe ve hin çavdêr dibînin ku eger şerekî leşkerî çêbibe,pêwiste tevgera siyasî kurdî jî xwe amade bike ku bikare sûdekê ji wî şerî werbigre.
K24- Qmişlo

Piştî salekê ji vekişîna Emerîka ji rêkeftina êtomî ya îranê,di tabloya siyasî ya navdewletî de egerên li darketina şerekî leşkerî di navbera Îran û Emerîka de tê pêşbînî kirin.
Hin aliyên siyasî Kurdî li Rojavayê Kurdistanê di bînin ku destê Îranê gelek di weltên herêmî de heye wek Yemen, Liban,Îraq û Sûriyê û eger şerek rûbide,metirsî heye Îran wan destan bikar bîne,leoma ne ji berjewndiyên Emerîka ye ku şer bike û eger jî şer despê bike,dê bandoreke xerab li tevaya herêmê bê kirin.
Hin çavdêrên siyasî dibînin ku dorpêça aborî ku Emerîka li ser Îranê sepandiye bandora wê ji şer mezintire,û Emerîka naxweze şerekî leşkerî bike lê Îran jibo ku vê fişara aborî ji ser xwe rake ,ji berjewendiya wêye ku şerek çêbibe.
Hin siyasetmedar jî di bînin ku pêwiste tevgera siyasî kurdî jî amade be û sûdeyekê ji vê rewşê werbigre,ji ber delîveyên zêrîn dûbare nabin.
Li gorî hin şopîneran Emerîka dê hewl bide ku Îranê neçar bike li gorî daxwaz û şert û mrcên wê gift û goyan pêre bike,ya ku berî niha Mayik Pompyo 12 xal ragihandibûn ku sê doseyên sereke li xwe digre:
Rawestandina pirogramê êtomî ya Îranê,û diwemîn dose jî rawestandina pirogramê mûşekên palistî,herweha piştgiriya Îranê ji terorê re.
Li gorî vê xwendinê ji tabloya siyasî û leşkerî re,tu şer dinavbera herdû welatan de rûnade,lê eger îran hin kiryaran bike wek girtina tengava Hirmizê û armanckirina bingehên serbazî yê emerîka li herêmê,wê demê egerên rûdana şer zêde dibin.