DAIŞ ji sînorê Amerîka ve nêzîk dibe
Wezareta Asayişa Navxwe ya Amerîka derbarê hebûna çend encamên DAIŞê li Maksîk ku bi Amerîka re hevsînor e, hişyariyê dide û polîsa Meksîkê bi hebû endamên DAIŞê li wî welatî agahdar dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Asayişa Navxwe ya Amerîka derbarê hebûna çend encamên DAIŞê li Maksîk ku bi Amerîka re hevsînor e, hişyariyê dide û polîsa Meksîkê bi hebû endamên DAIŞê li wî welatî agahdar dike.
Li gor pêgeha eliktironî “Excelsior” a Meksîkî, polîsa wî welatî ji aliyê desthilatên Amerîka ve bi egera hebûna 3 endamên DAIŞê li wî welatî hatiye agahdarkirin.
Li gor zanyariyên medyaya Meksîkê, her yek ji Îbrahîm Mihemed û Mihemed Îsa ku du welatiyên Misrî ne û bi Ehmed Xanim Mihemed Cibûrî yê Îraqî ku gûman hene endamên DAIŞê ne, roja 9ê Hezîranê Kosterîka û roja 12ê Hezîranê li Penemayê hatin dîtin.
Herwiha amje bi wê kirine, dezgehên ewlekariyê yên Amerîka ji polîsa Meksîkê re gotine, ew kesê Iraqî li Kosterîkayê hatiye destserkirin, lê her kesên Misrî ne diyar in û eger heye gihîştibin nava xaka Meksîkê û hewl didin derbasî Amerîkayê bibin.

S. B