NY derbarê êrîşên ser nexweşxaneyên Idlibê bersivan ji Rûsya dixwaze

Berpirsê Karûbarên Mirovî di Netewên Yekgirtî de ragihand, wî daxwaz ji Rûsyayê kiriye, diyar bike ku çawa zanyariyên girêdayî bi nexweşxaneyên Idlibê bikar tîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsê Karûbarên Mirovî di Netewên Yekgirtî de ragihand, wî daxwaz ji Rûsyayê kiriye, diyar bike ku çawa zanyariyên girêdayî bi nexweşxaneyên Idlibê bikar tîne.

Birîkarê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî bo Karûbarên Mirovî Mark Lowcock ji Encûmena Asayişa Navdewletî re ragihand, ew ne piştrast in ku nexweşxaneyên di çarçova sîstema Netewên Yekgirtî de ne, dê parastî bin.

Mark Lowcock got: “Min Rûsyayê xwast, diyar bike ku çawa hûrgiliyên li navçeya nehîstina aloziyan kom dike, bikar tîne.”

Li gor Netewên Yekgirtî, ji dawiya meha Nîsana bûrî ve zêdetir ji 23 nexweşxaneyên Idlibê yên di bin kontrola opozîsyona Sûriyê de ji aliyê hêzên Sûrî û Rûsyayê ve hatine bombebarankirin.

Diyar kir jî, roja 20 Hezîranê ambulanseke ku jineke birîndar vediguhast rastî êrîşê hat û di encamê de ew jin û 3 perester hatin kuştin.

Ji aliyê xwe ve, Rûsyayê red kir ku nexweşxaneyên Idlibê armanc girtibin. Tekez dike jî, armanca wê ji operasyona leşkerî ew e, teroristan li wê herêmê dûr bixe, ew jî li gor bi rêkeftina kêmkirina aloziyan e ya bi Tirkiye û Îranê re îmze kiriye.

 

S. B