Bi vîdyo.. bi sedan ten gogirdê li Mûsilê agir girt

Bi egera agirgirtina sedan tenên Gogird (Kibrît) ê li Mûsilê û li wê parêzgehê rewşa tengavîyan ji pile C hat ragehandin û daxwaz ji hikumeta navendî, hikumeta Herêma Kurdistanê û alîyên Peywendîydar dihê kirin ku bi lez kar bikin bo kontirolkirina evê bûyerê berî ku karesateka metirsîdar jê çêbibe.

K24- Mûsil

Sîrwan Rojbeyanî, cêgirê parêzgarê Neynewa bi Kurdistan24 re ragehand: agireke mezin berbûye sedan tenan ji paşmayî yên Gogirdê li başûra Mûsilê û bi egera wê jî heya niha keskî canê xwe ji dest daye û dû kesên din birîndar bûne.

Rojbeyanî got jî: Berî her alîyekê tîmên Hewlêr û Dihokê gehiştîne cihê agirî û bi dehan gund jî li derdorê agirî hatîne çolkirin.  Herweha got: evê bûyerê metirsî heye li ser xelkê sinûerê parêzgeha Neynewa bigiştî.

Ev di demkê deye ku ji alîyê zanistî ve hatîye selmandin ku şewatana Gogirdê gazeke jerhirdar diderxîne. Berpirsên wê parêzgehê amaje bi wê yekê dikin ku arasteya dûkêla wê şewitînê ber bi deverên danîşvanane, lew metirsî li ser jîyana welatîyên wê parêzgehê durist kirîye û ew agir jî gelek bilez teşenê dike.

Cihê amajeyê ye ku mezintirîn kanên Gogirdê li Îraqê dikeve devera Mişraq li başûra parêzgeha Neynewa.