Şer di navbeyna şaneya veşartî ya DAIŞ û HSD de

Li Hecîn a Dêrazorê şer di navbeyna HSD û DAIŞê de derketiye û serkirdeyek HSDê jiyana xwe jidest da ye û hejmareke DAIŞî jî, hatine kuştin...

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Hecîn a Dêrazorê şer di navbeyna HSD û DAIŞê de derketiye û serkirdeyek HSDê jiyana xwe jidest da ye û hejmareke DAIŞî jî, hatine kuştin.

Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan ragehandiye, ku li Hecîn a a Dêrazorê şer di navbeyna Hêzên Sûriya Demokrat HSD û şaneke veşartî ya DAIŞê de derketiye, û di encam de fermandarê Fewcê Hecîn ligel çar şervanên din jiyana xwe jidest dan e, û hejmareke çekdarên DAIŞê jî hatine kuştin û girtin.

Piştî şkestina serbazî ya DAIŞe li rojhilatê Firatê, DAIŞ xwe bi awayê şaneyên veşartî rkxistiye û gelek caran şer di navbeyna HSD û şaneyên veşartî yên DAIŞ de rû didin.

 

 

 C.B