Kerkûk.. teqîna bombeke girêdyî bi basekê ve

berî niha li Kerkokê bomebeka girdayî bi baseka Kosterê ve teqî û bi egera wê yekê jî 18 kes birîndarbûn.

K24- Kerkûk

berî niha li Kerkokê bomebeka girdayî bi baseka Kosterê ve teqî û bi egera wê yekê jî 18 kes birîndarbûn.

Nûçegihanê Kurdistan24 li Kerkûkê ragehand, ew bûyer li nêzîk nîşangeha otombêlan bûye li taxa Xedra ku dikeve başûra Kerkûkê.

Kerîm Welî, rêveberê giştîyê fermangeha tendûristîya Kerkûkê bi Kurdistan24 re ragehand:  Di wê teqîna taxa Xedrayê de 18 hevwelatî birîndar bûne ku pişkek ji wan birîndaran di nav kosterê de şewitîne û birînên hinek  ji wan giran in û jîyana yekî ji wan di metirsîyê de ye.

Niha hêzên asayîşa Kerkûkê gehiştîne cihê bûyerê û birîndar jî bo wergirtina çareserîyê hatîne şandin bo nexweşxaneyê.

her duv  re jî teqînek dî li Kerkûkê rûdan.