Li Biradost ji encama burdûmana Turkîyayê dû hevwelatî bûne qurbanî
Ji Encama burdûmana firokeyên cengîyên Turkîyayê li devera Biradost hevwelatîyekê gundê Dêge, li navçeya Balekayetî şehîd bû û birayê wî jî bi dijwarî birîndar bû.
K24- Hewlêr
Ji Encama burdûmana firokeyên cengîyên Turkîyayê li devera Biradost hevwelatîyekê gundê Dêge, li navçeya Balekayetî şehîd bû û birayê wî jî bi dijwarî birîndar bû.
Di vê mehê de ev dûyem care xelkê sivîl ji alîyê firokeyên cengîyên Turkîyayê dibin armanc û dihên burdûman kirin. Berê jî çendîn caran hevwelatîyên sivîl bûyîne armancên firokeyên Turkîyayê û xelkên bê gunah bûyîne qurbanî.
Nuçegihanê Kurdistan24 ragehand: bi egera hebûna PKKyê ew dever bûyîne meydana ceng û gundîyên wan deveran bacê didin.
Her divê çarçoveyê de duhî Firokeyên Turkîyayê binarên çîyayê Qendîlê burdûman kirin û ji encam çar hevwelatî şehîd bûn û heft jî birîndar bûn.