Heyder Şeşo: Bexda berpirsyare ji hêrişên Turkîyayê bo ser Qendîlê
Heyder Şeşo, berpirsê Hêza Paraztina Êzdîxanê di hevdîtinekê de li gel Kurdistan24, ragehand: Hikumeta Îraqê berpirsyare ji hêrişên Turkîyaê bo ser deverên sinûrîyên Herêma Kurdistanê û bi armanckirina hevwelatîyên sivîl.
K24- Şengar

Berpirsê Hêza Paraztina Êzdîxanê got jî: bi egera sîyaseta şaşa PKKyê bi sedan xortên Kurd li başûr û rojava ya Kurdistan bûyine qurbanî.
Heyder Şeşo got jî: Bexda dikare daxwaz ji Neteweyên Yekgirtî bike hêrişên Turkîyayê bo ser derverên sinûrîyên Herêmê bihê ragirtin.
Duhî careka dî firokeyên cengîyên Turkîyayê binarê Qendîlê burdûmankirin û bi egera wê jî çar hevwelatî şehîd bûnû heft jî birîdar bûn. Herweha evro jî devera biradost burûman kir û hevwelatîyek şehîd bû û birayê wî jî birîdar bû.