Mehmûd Ûsman: Sîyaseta niha ya PKKyê zîyanê digehîne Kurdan
Sîyasetvan Mehmûd Ûsman li ser şerrê PKK û Turkîyayê bi Kurdistan24 re ragehand: Ew sîyseta ku niha PKK peyrew dike şaşe û zîyanê digehîne Kurd ên Başûr, Bakur û Rojavaya Kurdistanê.
K24- Hewlêr
Sîyasetvan Mehmûd Ûsman li ser şerrê PKK û Turkîyayê bi Kurdistan24 re ragehand: Ew sîyseta ku niha PKK peyrew dike şaşe û zîyanê digehîne Kurd ên Başûr, Bakur û Rojavaya Kurdistanê.
Mehmûd Ûsman dibêje: Turkîya bi bîyanû ya hebûna PKKyê deverên başûra Kurdistanê burdûman dike û hevwelatî jî dibin qurbanî.
Herweha ragehand: Pêdivîye hemû partîyên Kurdistanî gotobêjan li gel PKKyê bikin û berjewendî Herêma Kurdistanê çawaye bi wî awayî reftarê bikin.
Tekez jî kir ku pêdivîye Turkîya careka dî dest bi piroseya danûstandinan bike.
Ji encama burdûmana firokeyên cengîyên Turkîyayê li dever a Birdost û Qendîlê di dema dû rojan de 5 hevwelatî şehîd bûne û 6 jî birîndar bûne.
Turkîya bi bîyanûya hebûna binke û bareghên PKKyê , wan gund û deverên sinûrî yên Herêma Kurdistanê burdûman dike.