50 rêxistnên mirovî li Suriya daxwazekê ji Encûmena Asayîşa Navdewletî dikin

50 rêxistnên mirovî daxwaz ji Encûmena Asayîşa Navdewletî dikin karekî di dosêya girtîyên Sûrî de bike.

K24- Hewlêr

50 rêxistnên mirovî daxwaz ji Encûmena Asayîşa Navdewletî dikin karekî di dosêya girtîyên Sûrî de bike.

Di nameyekê de ji bo Encûmena Asayîşa Navdewletî, 50 rêxistinên mirovî yên Sûrî daxwaz dikin karek were krin derbarê dosêya girtîyan û windabûyên li Sûriyê. Di wê nameyê de ew rêxistin pêşwazîyê li biryara Encûmena Asayîşê ya jimara 2474 dikin ku ewlewîyetê dide dosêya girtî û windabûyan. Herweha daxwaz  kirine ku encûmena asayîşê fişaran bixe ser alîyên mlimlanê li Sûriyê daku pabendên wê biryarê bibin û çarenvîsa bi hezaran kesên winda eşkere bikin.

Herweha wan rêxistinan daxwaza pêkanîna mîkanîzmeke lêprisînê kirine ku serbixwe be û dibin sîyeke navdewletî de be jibo dadgehkirina tawanbaran.