Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê serokekî nû hildibijêre

Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) îro ji bo hilbijartina serokatiyeke nû ji Îtîlafê û ji hikûmeta demkî ya Sûriyê re li Stenbolê civiya.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) îro ji bo hilbijartina serokatiyeke nû ji Îtîlafê û ji hikûmeta demkî ya Sûriyê re li Stenbolê civiya.

Cîgirê Serokê Îtîlafê Ebdilbasit Hemo ji K24ê re ragihand, ji bo hilbijartina serokekî nû ji Îtîlafê û serokekî ji hikûmeta demkî ya Sûriyê re, îro li Desteya Giştî ya Îtîlafê li Stenbolê civiyaye û ji bilî hilbijartinê, dê rewşa siyasî û ewlehiyê ya Sûriyê gengeşe bikin.

Ebdilbasit Hemo ku bi xwe nûnerê ENKSê di Îtîlafê de ye da zanîn, îro demjimêr 16:00 dest bi hilbijartinê dikin û çendîn kandîd ji bo serokatiya Îtîlafê hene.

Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) di Mijdara 2012an li Doha paytexta Qeterê hate damezrandin. Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê jî di sala 2013an de tevlî wê hevpeymaniyê bû. Herwiha yek ji cîgirên serokê Îtîlafê ji mafê ENKSê ye.  

 

S. B