Di navbeyna Hûms û Dêrazorê de, DAIŞ dinav liv û tevgerek zêde de ye
Bi tenê di mehekê de rêxistina DAIŞê 93 çekdarên rejîma Sûriyê û şervanên HSD li gundewarên Dêrazorê kuştin e...
K24 – Navenda Nûçeyan
Bi tenê di mehekê de rêxistina DAIŞê 93 çekdarên rejîma Sûriyê û şervanên HSD li gundewarên Dêrazorê kuştin e.
Rewangeha Sûriyê bo Mafên Mirovan belavkiriye, çekdarên DAIŞê di mehekê de li gundewarên di navbeyna Dêrazorê û parêzgeha Hûmsê de 74 çekdarên rejîma Sûriyê û mîlîşyatên bi ser ve kuştin e.
Herweha Rewangehê eşkere kiriye, şaneyên nivistî yên DAIŞê li gundewarê Dêrazorê di mehekê de 19 şervanên HSD kuştin e, ku Fermandarê Fewca Hecîn û Serkirdeyê Asayişa devera elŞamiye jî, dinav wan de bûn.
Li gundewarên di navbeyna Dêrazorê û Hûmsê de jî, 4 hezar kîlomteyrên çargoşe xak, di destê DAIŞê de ye. Li deverên jêr destê HSD de jî, şaneyên nivistî yên wê rêxistinê, liv û tevgerê dikin û ji demekê heya demekê êrîşan encam didin.
C.B