Amrîka: Hêzên Me li Tenif û esmanê rojhilata Suriyê dimîne û hêzên dinên Hevpeyamanan şûna Me digirin

Nûnerê Amerîkayê ji bo dosyeya Sûriyê ragihand, hejmarek ji welatên Hevpeymaniya Navdewletî piştî vekşandina Hêzên Amerîkî, dê hêzê ji bo bakura rojhilatê Sûriyê bişîn in. Ceymis Ceffrey got jî, Amerîka dê liser esmanê bakurê rojhilatê Sûriyê bimîne. Herweha li bingehê Tenif jî, dê hêzên xwe bihêle.

K24- Hewlêr

Emerîka hewil dide gerêntîya  aramîya navçeya Rojavayê Kurdistanê bike berîya ku hêzên xwe jê vekşîne..

Nûnerê Amerîkî jibo dosêya Sûriyê ku hevdem nûnerê serokê Amerîka ye di Hevpeymanêya Navdewletî de Ceymis Cêfrî raghand, ku dibe hejmarek ji welatên Hevpeymanya Navdewletî hêzên xwe li navçeya bakura rojhlatê Sûriyê belavbikin, piştî ku hêzên Amerîkî jê vekşin.

Wî berpirsê Amerîkî red kirîye  navê wan welatan eşkere bike û da zanînin ku dibe di heftiyên bihêt de ew welat bi xwe wê biryarê raghînin. Eşkere jî kir ku dibe  hejmarek ji welatan  bi bêdengî beşdariyê di wê planê de bikin.

Ev daxuyaniyên Amerîkî  piştî ku Cêfrî  hejmarek hevdîtnan li darxist  li Parîs û Bruksilê li wan herdu welatan  li gel serkirdeyên serbazî û siyasiyên di nava Hevpeyaminiya Navdewletî de civya bû.

Cêfrî tekez kiriye ku vekşandina hêzên wan berdewame  û ew vekşandin tenê bi hêzên Amerîkî ve grêdaye. Eşekre jî kir  Amerîka wê berdewam be li ser parastina çavdêriya esmanî û operasiyonên esmanî li bakura rojhlatê Sûriyê, û dê berdewam be li ser hebûna xwe li bingehê Tenif, û amadeye jî  di her demekî de hêzê bişîne  jibo dûvçûna armancên tîroriyên destinîşan kirî bike.