Raporteke Îsraîlî: Rûsya bicihkirina S-300 li Sûriyê bidawî kir

Kompanyayeke Îsraîlê ragihand, Rûsya proseya vedana sîstema berevaniya esmanî S-300 li Sûriyê bidawî kir.

K24 – Navanda Nûçeyan

Kompanyayeke Îsraîlê ragihand, Rûsya proseya vedana sîstema berevaniya esmanî S-300 li Sûriyê bidawî kir.

Pêgeha “The Times of Israel” belav kir, kompanyayeke Îsraîlî ku şarezaya şîrovekirina wêneyan ye da zanîn, sîstema berevaniya esmanî ya Rûsî S-300 li Sûriyê hatiye vedan û ketiye warê karkirinê.

Diyar kir jî, wêneyên roja 19ê Sibata bûrî bi riya heyva destkird hatine girtin, diyar dikin ku 3 ji koma 4 bateriyên S-300 li bajarokê Misyafê li rojavayê Sûriyê hatine vedan. Herwiha wêneyên nû jî diyar dikin û bateriya çarem jî cihê xwe girtiye.

Wê kompanyayê hişyarî da Îsraîlê û got, vedana vê sîstemê gefeke mezin e li ser karînên Îsraîlê yên êrîşkirina li ser hêzên Îranî li Sûriyê çê bike.

Piştî ketina firokeyeke Rûsî ji aliyê sîstema berevaniya Sûriyê ve di dema êrîşeke Îsraîlê li ser Sûriyê de, Rûsyayê ragihand, ewê sîstemeke berevaniyê ya pêşketî bide Sûriyê.

 

S. B