Tirkiye karwaneke leşkerî dişîne Idlibê
Piştî xalên Artêşa Tirkiyê li parêzgeha Idlibê ji aliyê artêşa Sûriyê ve hat topbarankirin, Artêşa Tirkiyê karwaneke leşkerî dişîne wê herêmê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Piştî xalên Artêşa Tirkiyê li parêzgeha Idlibê ji aliyê artêşa Sûriyê ve hat topbarankirin, Artêşa Tirkiyê karwaneke leşkerî dişîne wê herêmê.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, îro karwaneke leşkerî ya Tirkiyê ku ji 35 wesaitên leşkerî pêk dihat ji Lîwaya Iskenderonê derbasî nava xaka Sûriyê bû û ber bi xalên çavdêriyê yên artêşa Tirkiyê li Idlibê û gundewarê Hemayê ve birê ket.
Ev yek di demekê de ye, di meha Hezîrana bûrî de çend caran xalên çavdêriyê yên Tirkiyê li navçeya “Putin-Erdogan” ji aliyê artêşa Sûriyê ve hatibûn topbarankirin. Herî dawî jî roja 29ê Hezîrana bûrî xala çavdêriyê ya artêşa Tirkiyê li gundê Şêr Mixarê li rojavayê Hemayê topbaran kiribû.
Li gor lihevkirina Tirkiye û Rûsyayê di civîna Astana 6 de û di çarçova rêkeftina “Kêmkirina aloziyan” li Sûriyê artêşa Tirkiyê 12 xalên çavdêriyê li parêzgeha Idlibê ava kirin.
Ji dawiya meha Nîsana bûrî ve artêşa Sûriyê û grûpên ser bi wê ve bi piştevaniya firokeyên Rûsî êrîşî ser gundewarê bakurê Hema û başûrê Idlibê dikin û bi sedan leşker û çekdar hatine, bi sedhezaran welatiyên sivîl koçber bûne.
S. B