HDPê dikaribû bibe şirîkê desthilatê li tirkiyê

Liser têkçûna Proseya Aştiyê û egera jinû ve destpêkirina Proseyeke Nû ji bo aştiyê, Parlamenterê berê yê AK Partî Galîp Ensarîoglu diyar kir, ger PKK dest ji çekan berde, dê Proseyeke Nû destpê bike. Lê divê, vê carê rojava û Kurdistan jî, di nava vê proseyê de bin. Wekîlê Bursayê Mufît Aydin jî da zanîn, ger HDP peyva dîktator bikar neaniya, dikarîbû bibe hevbeşê AK Partiyê di desthilatê de.

K24- Istanbul

Liser têkçûna Proseya Aştiyê û egera jinû ve destpêkirina Proseyeke Nû ji bo aştiyê, Parlamenterê berê yê AK Partî Galîp Ensarîoglu diyar kir, ger PKK dest ji çekan berde, dê Proseyeke Nû destpê bike. Lê divê, vê carê rojava û Kurdistan jî, di nava vê proseyê de bin. Wekîlê Bursayê Mufît Aydin jî da zanîn, ger HDP peyva dîktator bikar neaniya, dikarîbû bibe hevbeşê AK Partiyê di desthilatê de.

Nîqaşên li ser egera pêkhatina proseya aştiyê ku berî hilbijartinê destpêkiribûn, piştî hilbijartinê jî berdewam dikin. Vê carê jî me ji parlamenterên AK Partiyê boçûna wan ya derbarê astengên li pêşiya çareseriya kêşeya Kurdî, egera despêkirina prosesa aştiyê û hevkariya HDPê ya bi CHPê re wergirt. Li gorî Parlamenterê AK Partî yê Bursayê Muhammet Mufît Aydin divê HDP xwe nexapîne, em Kurd û CHP ji hev hez nakin. Ne wan, ne jî me; tû ji hev hez nekiriye. Bi CHPê re jî egera destpêkirina proseseke aştiyê nîn e, ji ber ku li bajarên Kurdan yek bi tenê jî parlamenterên wan nîn in, ji bilî AK Partî û HDPê. Aydin dibêje; eger HDPê ji Serokkomar Erdogan re negota dîktator belkî bi AK Partiyê re di 7ê Herîzana 2015de di şûna MHPê de hevkariya koalîsyonê bikira.

Muhammet Mufît Aydin - Parlamenterê AK Partî yê Bursayê, dibêje:"Sala 2015an de 7ê Hezîranê Halkin Demokrasî Partîsî HDPê 80 kûsur milletwekîlî dernanî? Wellehî em tev şabûn. Me got ji niha û pêde biratî inşallah dê bi awayekî rind berdewam bike. Faqat roja ku hilbijartin xelas bû, dotira rojê açiqlama dikin. Dibêjin, em dîktator naxwazin. Yaw tu taze hatî, ka em mûddetekê bi hevre dewam bikin. Ji bo çi tu evî kelîmeyê dibêjî? Tu bi kêra bûya te dê wê rojê koalisyona xwe ava bikira. Wê rojê belkî te bi AK Partî re koalisyon kurmuş bikira. Û îro tu di Turkiyê de biratiyeke wisa dê çêbibûya xwedê zane êdî tu kesî nedikarî ji hev biqetanda."

Parlamnetrê berê yê AK Partiyê Galip Ensarîoglu jî dibêje; nîqaşên proseya aştiyê bi hilbijartinê re ne eleqedar e, niha egera pêkhatina proseseke aştiyê nîn e, lê heger PKK çekên xwe deyne û ji nava Tirkiyê derkeve, hingî mimkûn e dest pê bike. Lê vê carê divê di nava vê prosesê de Rojava û Başûr jî cih bigirin.

"Proseya aştiyê bi hilbijartinê re ne eleqedar e. Lê piştî hilbijartinê li gor rewşê dibe ku hin gav bên e avêtin.Ev şer û pevçûn jî bi vî awayî berdewam nake û ev rewş nayê qebûlkirin. Ne pêkane proseya aştiyê ji cihê qetyayî berdewam bike. Heger PKK hêzên xwe yên çekdar ji Tirkiyê derbixe û erka xwe di vî warî de bi cih bîne, belkî ji nûve proseyek dest pê bike. Lê belê di vê proseyê de divê Surî û Iraq jî hebin. Ev prose dê ne tenê bi Tirkiyê re herwiha wê bi Suriyê û Iraqê re jî pêwendîdar be. Lê belê bo vê yeke jî tekez divê PKK hêzên xwe yên çekdar ji Tirkiyê derbixe yan na çareserî zehmet xuya dike."

Parlamenterên AK Partiyê ji ber vê rewşa aloz û têkçûna prosesa aştiyê her çiqas sucdar bikin jî, li rex HDPê jî aliyê sucdar AK Partî ye û niha jî rêya siyasî venake ku proseseke aştiyê dest pê bike. Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş di sala 2015an de li ser têkçûna prosesa aştiyê diyarkiribû ku wan pêşniyara pargaleke demokratîk ya bi hêzkirî û

modela rêveberiyên xweserî li AK Partiyê kiriye ji bo mayîndebûna prosesa aştiyê, lê digel ku nehatiye qebûlkirin, desthilatê berê xwe daye yaseyên ewlekarî û înkara Kurdan.