Bi fişarên Emerîkayê biryara hilweşandina Heşda Şeibê hatîye dayîn

Fişarên Waşintunê bo hilweşandina Heşda Şe'bî, Serokwezîrê Iraqê neçar kir, ku biryara hilweşandin û tevlîkirina çekdarên Heşda Şeibî bo nav rêzên supayê bide.

K24- Hewlêr

Fişarên Waşintunê bo hilweşandina Heşda Şe'bî, Serokwezîrê Iraqê neçar kir, ku biryara hilweşandin û tevlîkirina çekdarên Heşda Şeibî bo nav rêzên supayê bide.

Hevdem, Ajansa Reuters belav kiriye, ku Mayîke Pompiyo di dawî serdana xwe bo 'Iraqê de, ji Adil Ebdulmehdî re gotiye, ger çekdarên Heşda Şe'ibî neyê hilweşandin, dê Waşintun neçar bibe êrîşî wan bike. Di hember de jî, Serokwezîrê Iraqê biryara hilweşandinê da ye

Axivtinên serkirdeyên Heşda Şeibî li ser piştîvanîkirinê ji Îranê û dijatîkirina Emerîkayê, givaşên Waşitunê li ser Adil Ebdulmehdî, serok weîzrên Îraqê zêdekirin û li dawîyê naçarkir biryara hilweşandina wan hêz û girûpan bide û li gel supayê Îraqê têkel bike. Hevdem pişkek ji serkirdeyên sîyasî û serbazî yên Îraqê piştîvanîya xwe bo evê biryarê ragehndin.

Ajansa Nûçeya Royterz, belav kiîrye, Mayîk Pompiyo di dawîn serdana xwe de bo Îraqê, bi adil Ebdulmehdî ragehnadibû, eger çekdarên Heşda Şeibî ne hilweşîne, Waşitun dê naçar be hêrişan bike ser wan hêzan.  Li beranber evê yekê serok wezîrên Îraqê biryara hilweşandina wan hêzan derxist.

Heşda Şeibî li 15/ 6/2014 bi fetwayeke Elî Sîstanî merceyê bilindê Şîeyên Îraqê hat damezirandin û pişikdarî di şerê Daişê de kir li deverên cudayên Îraqê.

Heşda Şeibî ji 67 girûpan pêk dihê ku hijmara wan bi 120.000 çekdaran dihê texmîn kirin. Herweha 300.000 çekdarên din jî wek xwebexş di rêza Heşda Şeibî de navên xwe nivîsandîne.

 Salane ji budceya giştî ya Îraqê yek milyar Dolar bo Heşda Şeibî hatîye danan û ti peywendî bi supayê Îraqê ve nîne. Piştî givaşên bihêz ji alîyên Şîe ve bo derbazkirina wê hêzê ji navê mîlîşyayên çekdar, perlemana Îraqê li 24/2/ 2016 Heşda Şeibî wek hêzeka yasayî û fermî da nasîn.

Di nav Heşda Şeibî de çend hêzên sereke hene, ku rolên kara hene di arastekirin a wê hêzê de, wek Rêkxistîya Bedir, Hizbûllahê Îraqê, Esayîb Ehlulheq û Bizava Nuceba.