James Jeffrey: Rêjîma Sûriyê hîn biser neketiye
Nûnerê taybet ê Amerîka bo Sûriyê radighîne, rêjîma Sûriyê hîn biser neketiye û heta niha jî, çil ji sedî ya xaka wî welatî, ne di destê Esed de ye.
K24- Hewlêr
Nûnerê taybet ê Amerîka bo Sûriyê radighîne, rêjîma Sûriyê hîn biser neketiye û heta niha jî, çil ji sedî ya xaka wî welatî, ne di destê Esed de ye.
James Jeffrey, Nûnerê taybet ê Amerîkayê bo Sûriyê li Kongreyê Hirtîsîlya yê Emnî li Israîlê ragihand, rêjîma Sûriyê liser ewlehîya Israîlê gef e, DAIŞ jî çêkirîye, ku metirsîdartirîn rêxistina terorî li Rojhilata Navîn e
Wî berpirsê Amerîkî got jî, ew naxwazin Sûriye bibe gef, bo welatiyên xwe û nebe wargehek bo terorê. Jeffrey krîza Suriye bi ya her metirsîdar, di dema niha de, binav kir.