PeywendiyênTirkiyê û Amerîkayê

Dîplomatê Amerîkî David Michael Satterfield bû Serbalyozê nû yê Amerîkayê bo Enqereya paytex ta Tirkîyê. Satterfield di raya giştî ya Tirkîyê de, wekî dîplomatek dijberê Tirkîyê û dijberê kirîna S-400an tê naskirin. Lê belê hin pisporên Tirkîyê, ku hevdîtina Erdogan û Trump wekî nîşaneya ji nû ve sererastkirina pêwendîyên Enqere û Waşingtonê dibînin, dibêjin, êdî Amerîka dê helwesta xwe ya tund a li dijî kirîna S-400an nerm bike.

K24-Ankara

Senatoya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, David Michael Satterfieldê ku Trump di meha Sibatê da wî wek namzedê serbalyozxaneya Enqereya paytexta Tirkîyeyê destnîşan kiribû pejirand. Satterfield di raya giştî ya Tirkîyeyê da wek dîplomatekî dijberê Tirkîyeyê tê naskirin. Li Tirkîyeyê li derdorên ku politikaya derve ji nêz ve dişopînin herî zêde bersiva vê pirse tê meraqkirin; Gelo di heyama Satterfield da wê peywendîyên Enqere û Wasingtonê çawa be?

Deniz Altinsoy-pispora peywendîyên navdewletî, dibêje:"Davîd Michael Satterfield Tirkîyeyê baş nas dike û wek dijberê Tirkan tê naskirin. Heke ev kes bi dijatîya xwe ya Tirkîyeyê tê naskirin, ka çima hate peywirdarkirin? Lewra welatên kurewî car caran tiştên wiha wek taktîk dikin. Yanê wek amûreke zor û zextê dîplomatên wiha dijber wezîfedar dikin û peyam didin. Lig el vê yekê li gorî min piştî hevdîtina Erdogan û Trump êdî wê di peywendîyên her du welatan da proseyeke nermbûnê dest pê bike"

Satterfield, demekî dabû xuyakirin ku heke ew bibe serbalyoz, wê hewl bide ku Tirkîyeyê ji biryara standina S-400an bizivirîne. Pispor dibêjin ji vir şunda li pêşîya Enqere û Waşingtonê mijara guftugokirina projeya F-35an heye ku Pentagon di vî mijarê da heta 31ê Tîrmehê mawe dabû Tirkîyeyê.

Prof.Dr.Mustafa Eravci-akademîsyen, got:"Divê em pêşî hevdîtina li lûtkeya G-20î û nêrîna Pentagon û Wezareta derve cuda binirxînin. Ev demekî ye ku Amerîka di têkilîyên xwe yên li gel Tirkîyeyê da bi pragmatîk tevdigere. Ji loma jî di mijarên patrîot û F-35an da em dikarin bibêjin kul i pêşîya her du welatan heyameke

dijwar heye. Amerîka wê bi hemleyan hewl bide ku li gorî berjewendîyên xwe destkeftîyan bidest bixe."

Serbalyozê berê yê Amerîkayê bo Enqereyê John Bass, di meha Cotmeha 2017an da peywira wî bidawî hatibû û ev sal û nîveke bû ku bo Enqereyê serbayoz nehatibû tayînkirin. Tê çaverêkirin ku Satterfield di demekî nêz da were Enqereyê û dest bi peywira xwe bike