Mesrûr Barzanî: Enkawa navenda pêkvejiyanê ye û dê bibe qeza
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di serdana xwe ji bo nahiya Enkawa de biryar da, ew bibe qeza.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di serdana xwe ji bo nahiya Enkawa de biryar da, ew bibe qeza.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Enkawa di gotarekê de ragihand, “Em xweşhal im ku îro careke din me serdana Enkawayê kir. Enkawa niha bûye navendeke girîng a pêkvejiyana aştiyane ya olî û civakî. Enkawa bûye navendek ku piraniya xwişk û birayên me yên Kirîstiyanî li seranserî Iraqê yên ji ber gelek hokaran nikarin li wir bimînin, berê xwe bidinê û lê bi cih bibin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got jî: “Bajarokê Enkawayê roj bi roj pêşveçûnê dibîne û mezin dibe. Bi navê Hikûmetê em îro hatine ji bo bi we radigihînim ku Wezîrê Navxwe, Parêzgar û Encûmena Parêzgeha Hewlêrê radispêrin, ji bo nahiya Enkawa bibe qeza, ta ku xizmeta zêdetir ji rûniştvanên wê werin kirin.”
Bajarokê Enkawa li bakurê rojavayê bajarê Hewlêrê dikeve û ji sala 1965an ve bûye nahiye û ti gundek jî ser bi wê ve nîne. Nêzîkî 40 hezar kes lê dijîn, piraniya wan ji pêkhateya kildanî, Siryanî û Asûrî ne û ser bi Dêra Katolîk a Keldanî in.
Ji ber aramî û ewlehiya li Herêma Kurdistanê heye, piştî sala 2003an de hejmarek mezin ji Kirîstiyanên Iraqê ji deverên şer û aloziyan berê xwe dane Enkawayê û lê bi cih bûne.
Li Enkawayê 14 dêrên kevnar û nûjen hene. Ji sala 2014an ve jî Kursiya Dêra Aşûrî ya Rojhilat e. Baregeha Havînê ya Patriyarkê Dêra Kildanî (Luis Sako) lê ye. Herwiha zêdetir ji 20 komele û navendên rewşenbîriyê lê hene.
Baregeha yekem metranê Kildanî, sala 1967an li Enkawayê hat damezirandin. Zanîngeha Katolîkî ku zanîngeheke cîhanî ye û ji aliyê Vatîkanê piştgirî lê tê kirin li Enkawayê ye.
Enkawa yek ji cihên herî kevnar ên cîhanê tê hejmartin. Til Qesir jî yek ji şûnwarên herî kevnar ên Enkawayê yem rûbera wê 1250 metro çargoşe ye, mûzexaneya kulturî ya Siryanî lê û bi dehan perçeyên şûnwarî tê de hene.