HSD 50 kes li gundewarên Dêrazorê girtin
Hêzên Sûriya Demokrat 50 kes bi tometên cuda li gundewarên Dêrazorê girtin e.
K24- Hewlêr
Hêzên Sûriya Demokrat 50 kes bi tometên cuda li gundewarên Dêrazorê girtin e.
Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan belavkiriye, Hêzên Sûriya Demokrat dest bi operasyonekê li dijî endam û gumanlêkiriyên DAIŞê li gundewarên Dêrazorê kiriye.
Ligor Rewangehê belav kiriye, HSD li gundê Xeşam ê rojhilatê Dêrazorê 30 kes desteser kiriye, lê tometa wan nehatiye eşkere kirin. Herweha li gundê 'Dman û M'îzîle li bakurê rojavayê Dêrazorê 20 kes bi tometa endametiya DAIŞê hatine girtin.