Tiramp: Me Mûsil û Felûce rizgar kir

Donald Tiramp, serokê Wîlayeta Yekgirtî ragehand: Emerîkayê Felûce û Mûsil rizgar kir, Emerîka xwedîyê bihêztirîn supaye.

K24- Hewlêr

Donald Tiramp, serokê Wîlayeta  Yekgirtî ragehand: Emerîkayê Felûce û Mûsil rizgar kir, Emerîka xwedîyê bihêztirîn supaye.

Di roja serxwebûna Emerîkayê de, Tiramp î gotarek pêşkêş kir û ragehand: Em şîyayîn Feluce û Mûsil rizgar bikîn û xelafeta Daişê li Suryayê 100%  ji nav bibîn.

Herweha amaje bi dîroka welatê xwe da û got: Bi dirêjahîya dîrokê leşkerên Me bervanên azadîyê bûne û Me bihêztirîn supa heye li ser rûyê erdê.

Amaje bi wê yekê jî da: Ti tişt nekare Emerîkayê ragire, Em tim ew gel dibîn, ku bi ser daktatoryetê re serkevtî dibîn û zanînê belav dikîn.