Emerîka hêzên xwe li Îraqê zêde dike

Mêdyayên Îraqî ji çavakanîyeke ewlekarî ya Îraqê ji parêzgeha Enbarê veguhatine û ragehandine:Evro hêzeke nû ya Emerîkî bi tevaya kelupeên xwe yên leşkerî ve gihiştine bingeha Eyîn Esed li rojava ya Enbarê.

K24- Hewlêr

Mêdyayên Îraqî ji çavakanîyeke ewlekarî ya Îraqê ji parêzgeha Enbarê veguhatine û ragehandine:Evro hêzeke nû ya Emerîkî bi tevaya kelupeên  xwe yên leşkerî ve gihiştine bingeha Eyîn Esed li rojava ya Enbarê. Ewî çavkanî ku amaje bi navê wî nehatîye kirin, gotîye: Ew hêza ku evro gehiştin bingeha leşkerî ya Eyîn Esed, Leşker bi rêya asmanî hatine û kelûpelên wan jî bi rêya dû derazînkên sinûrê hişkayê gehiştine, ku yek ji wan derazînkan,  derazînka Tirêbile di navbera Îraq û Ûrdinê de, lê amaje bi  derazînka dûyê nehatîye kirin.

Li ser qebareya  wan kelûpelên leşkerî, ewên gehişîtîne wê bingeha leşkerî, wî çavkanî aşkera kirîye: 100 otombêlên leşkerî  gehiştine bingehê û armanc k  ji zêdekirina wan hêzan, bo meşq û rahînanê  û piştîvanîkirina deverên bîyabanî yên rojavaya  parêzgeha Enbare.

Bingeha Eyîn Esed, dikeve dûrîya 108 Km ji rojava ya navend parêzgeha Enbarê, berê jî heya sala 2003yê ew bingeha leşkerî navê wê Bingeha Qadisîye bû, li sala 1987 ji alîyê kompanîyayeke Yogislavî ve bi 180 Milyon Dolaran hat durstkirin û cihê 5000 leşkeran têde dibe.