Daişîyeka Elmanî, çawanîya kuştina zaroyeka Êzdî bi awayek hovane eşkere dike
Xanimeka Daişî bi nijad Elmanî, îtrafê bi kuştina zaroyeka Êzdî dike ku temenê wê pênc salî bûye bi awayeke namirovane Ew zaro kuştine.
K24- Hewlêr
Xanimeka Daişî bi nijad Elmanî, îtrafê bi kuştina zaroyeka Êzdî dike ku temenê wê pênc salî bûye bi awayeke namirovane Ew zaro kuştine.
Li gor îtirafa wê Daişîyê û mêrê wê, Ew kiçika Êzdî li ber tava Havînê girêdane ku pileya germê 45 pile sîlîzî bûye û waz lê anîne heya ji têhna mirîye.
Di dema vegêrana çîroka koştina wê kiça pênc salî de , Cênîfer gote dadwerî: Kiçik nexweş bû mîz bi xwe da dikir, mêrê min wek sizayek, Ew kiçik li derve girêda û Me li ber tava rojê ew hêla heya têhna tavê, kiçik kuşt.
Dadgeha bajarê Miyunixê, biryar zîndanîkirina wê da bi hetayî . çunku pişikdarî di kuştina zaroy de kiribû.
Her bi egera peywendîkirinê bi Daişê ve, Dadgehê jinek dî ya Daişî siza da, bi zîndanîkirinê bo dema pênc salan.
Ew bikuja bi navê Cênêfer , temena wê 27 sale, li sala 2014 heya 2016 bi rê ya şûkirinê bi çekdareke Daişê, xizmeta wê rêkxistinê kirîye, li sala 2017yê ji alîyê hêzên Kurdî yên Suryayê hatîye girtin û dûv re jî di meha Nîsana 2018yê hatîye vegrandin bo Elmanîya.
Çavkanî: Royterz