Roja dayîna baweriyê bi hikûmeta nû hat diyarkirin
Parlemana Kurdistanê daxwaz ji hemû parlemantaran dike, di rûniştina roja 10ê Tîrmehê de amade bin, bo tê de bawerî bi hikûmeta nû were dayîn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Parlemana Kurdistanê daxwaz ji hemû parlemantaran dike, di rûniştina roja 10ê Tîrmehê de amade bin, bo tê de bawerî bi hikûmeta nû were dayîn.
Li gor nivîseke Serokatiya Parlemanê, daxwaz ji hemû parlemanteran dike, demjimêr 11:00 ji roja 10ê vê mehê di rûniştina asayî a hejmara (13) de amade bin.
Herwiha di karnameya civînê de hatiye, roja Çarşemê 10ê vê mehê bawerî bi Serokwezîr tê dayîn û Serokwezîr, Cîgirê Serokwezîr û wezîr sûnda yasayî dixwin.
Her li gor karnemaya Parlemanê, piştî sûndxwarina Serok û Cîgirê Serokwezîr û wezîran, Serokwezîr hêla giştî ya bernameya kabîneya nehem dixwîne.
S. B