Serokê Herêma Kurdistanê serdana Fransayê dike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi vexawndineke fermî ji aliyê Serokê Fransa Emmanuel Macron ve serdana Parîsê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi vexawndineke fermî ji aliyê Serokê Fransa Emmanuel Macron ve serdana Parîsê dike.

Di daxuyaniyeke nivîsgeha Serokatiya Herêma Kurdistanê de hatiye, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi fermî ji aliyê serokê Fransa Emmanuel Macron ve bo Fransa hatiye vexwandin.

nivîsgehê daye zanîn, ji ber wê jî Serokê Herêma Kurdistanê dê roja 10 vê mehê serdana Parîsê bike û bi Macron re hevdîtinê bike.

Di daxuyaniya nivîsgehê de hatiye gotin, her du serok dê li ser pêwendiyên Fransa bi Kurdistan û Iraqê re her wiha rewşa Rojhilata Navîn gotûbêjan bikin.

Fransa yekem welatê mezin ê cîhanê bû piştî dorpêça li ser Herêma Kurdistanê ji ber bûyerên 16ê Cotmeha 2017an piştevaniya xwe ji Herêma Kurdistanê re derbirî û daxwaz kir pirsgirêkên di navbera Herêm û Bexdayê de bi awayekî aştiyane bêne çareserkirin.

 

S. B