Hikumeta Herêmê û Firansa yadaştnameyekê wajîû dikin
Herdû wezaretên Perwerde ya hikumeta Herêma Kurdistanê û ya Firansayê yadaştnameyek di warê perwerdeyê de wajû kirin.
K24- Hewlêr
Herdû wezaretên Perwerde ya hikumeta Herêma Kurdistanê û ya Firansayê yadaştnameyek di warê perwerdeyê de wajû kirin.
Piştîwan Sadiq, wezîrê perwerdeya hikumeta Herêma Kurdistanê piştî wajiûkirina yadaştnameyê got: Evro rêkkevtineke giring di navbera hikumeta Firansayê û wezareta Perwerdeyê hat wajû kirin.
Got jî: Em wek wzareta Perwerdeyê pabend dibîn bi piştîvanîkirina xwîndingehên Firansî li Herêma Kurdistanê.
Ji alîyê xwe ve jî, Domenîk Mas, kunsulê Firansayê li Herêma Kurdistanê, wek nwênerê hikumeta Firansayê, ragehand: Bi rêya serperiştî û pirograman piştîvanîya xwîndingehên Firansî dikîn.
Kunsulê Firansayê supasî ya hikumeta Herêma Kurdistanê kir bo vehêlalna xwîndingehên Firansî û bi sedemek da zanîn bo tundkirina peywendîyan di navber gelê Kurd û Firansayê de.