Çar perlemantarên nû diçin di Perlemana Kurdistanê de
Bi egera wergirtina postên wezîrîyê di kabîne ya nû ya hikumeta Herêma Kurdistanê de, çend perlemantarek dest ji karê perlemanîyê vedikişînin û çend kesên din ku berê kandîd bûn cihên wan digirin.
K24- Hewlêr
Bi egera wergirtina postên wezîrîyê di kabîne ya nû ya hikumeta Herêma Kurdistanê de, çend perlemantarek dest ji karê perlemanîyê vedikişînin û çend kesên din ku berê kandîd bûn cihên wan digirin.
Li gor zanîyarîyên Kurdistann24, Lence Dizeyî ji firakisyona Partîyê diçe şûna Vala Ferîd, Şîrîn Yunis Ebdûllah ji Firkisyona Yekêtîyê şûna Bêgerd Talebanî digire û dibin endamên perlemanê.
Herweha Hîmdad Sebah Bîlal ji Firakisyona Enî ya Turkumanî ku xelkê hewlêrê ye diçe şûna Aydin Meirûf di perlemanê de û Bapîr Kamela jî, ji lîsta serdem li şûna Ebdûllah Mehmûd dibe perlemantar.