Xelkên Etroşê daxwaz ji PKKyê dikin xwe ji gund û avahîyan dûr bixin
Li nahiya Etrûş, hebûna çekdarên PKK bûye cihê dilgiraniya xelkên wê deverê.
K24- Etroş- Dihok
Li nahiya Etrûş, hebûna çekdarên PKK bûye cihê dilgiraniya xelkên wê deverê.
Ew daxwaz, ji her yek ji gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê(PKK) û Artêşa Tirkiyê dikin, şerê xwe, ji nava axa herêma Kurdistanê derbixin.
Hebûna PKKyê li deverên Herêma Kurdistanê bûye egera dilgiranî ya xelkê, nemaze jî gundîyan. Akincî yên gundên nahiye ya Etroşê daxwaz ji PKKyê dikin ti behane û hicetan nexin di destên Tirkiyê de û xwe ji sivîlan dûr bixin.
Rêveberîya Nahiye ya Etroşê jî, hebûna PKKyê li deverê bi metirsî dizane û dibêje: Bila PKK nebe sedema ku gundî naçar bibin gundên xwe çol bikin ji encam burdûmanên Tirkiyê. Çunku her ciheke PKK têde be dibe behane bo burdûmana Firokeyên Tirkiyê.
Çendîn salin, hebûna PKKyê bûye sedema wê yekê ku gelek gundên parêzgeha Dihokê çol bibin û gelek caran jî wan gundîyan daxwaz ji PKKyê kirine ku gundên wan çol bikin da bikarinb vegerin ser warên bav û kalên xwe lê PKK guh nade daxwazîyên xelkê.