Metirsî heye geundên devera Dawide jî vala bibin

Bi sedema valahiya ewlehiyê di navbera Hêzên Iraqî û Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê de li navçeyên ku piştî 16ê Oktoberê ketine di destê Hêzên Iraqî de, hejmareke gundên Kurdan hatîne valakirin. Endameke Civata Parêzgeha Selahedîn jî dibêjîe, metirsiya têkçuna rewşa ewlehiyê, liser çend gundên navçeya Dawde ya Germyan jî heye .

K24- Kerkûk

Bi egera zêdebûna karên teroristî yên Daişê li sinûrê qezaya Dozxurmatû û derdorê wê piştî bûyerên 16yê Oktoberê, çend gundên Kurdan hatîne çol kirin û metirsîya wê yekê jî heye çend gundên din li deverê bihên çolkirin li devera Dawide. Ev di demekê de ye ku dosê ya ewlehî ya van deveran di destên hêzên ewlekarî yên Îraqê de ye.

bûyerên 16yê Oktoberê, duristbûna valahîya Ewlehîyê di navbera Pêşmerge û hêzên ewlekarî yên Îraqê de, delîveke baş daye Daişê daku careka dî dest bi livînê bike û xwe rîk bixe.

Deverên çîyayî li sinûrê qeza ya Xurmatû û helkefte ya Cugrafîya parêzgeha Selahedînê ku ji 2003yê ve tim girûpên teroristî têda bûne, dibin sedem ku Daiş piştî şikestinên xwe li Îraq û Suriyê careka din li wan deveran hewil bide xwe rêk bixe û dest bi livînan bike.