Korbend navdewletî ya Amûdê û çawayîna birêvebirina qonaxa piştî DAIŞê

Di korbenda navdewletî de li bajarê Amûdê, gelek mijar hatine gengeşe kirin, ku yek ji wan çawayîna birêvebirina qonaxa piştî şerê çekdarî li dijî DAIŞê ye. Hin pispor dibînin, ku pêwîstî bi karînan bêhtir heye. Hin din jî dibînin, ku divê kes û karên DAIŞê yên di girtîgehan de, ji bo vegera civakê bêne amade kirin.

K24-Amude-Rojava

Li ser dirêjahiya 3 rojan korbenda li ser Da`işê û mijarên piştî qûnaxa şerê terorê li bajarê Amûdê hatine gengeşe kirin, zehmetiyên têkbirina terorê û kêmbûna karînan ji mijarên sereke bûn di korbendê de, nemaze ku li gorî hin pisporên Emerîkî pêwîstî bi karînên bêhtir hene da aramî di deverê de bê sepandin, hevkarê navenda ewlehiya Emerîkî dide zanîn jî ku ji her demê bêhtir pêwîste hevpeymaniya navdewletî alîkariyê pêşkêş bike, nemaze