Emerîka: Hikumeta Îraqê nekarîye jîyana Kirîstîyanan biparêz
Wezîrê derve yê Emerîka ragehand: Hikumeta Îraqê nekarîye jîyana Kirîstîyanan ji dest Daişê biparêz û hejmara wan li Îraqê gelek kêm bûne û li hinek deveran ber bi nemanê diçin.
K24- Hewlêr
Wezîrê derve yê Emerîka ragehand: Hikumeta Îraqê nekarîye jîyana Kirîstîyanan ji dest Daişê biparêz û hejmara wan li Îraqê gelek kêm bûne û li hinek deveran ber bi nemanê diçin.
Pompiyo Wezîrê derve yê Emerîka ragehand: Hejmara Kirîstîyanan li Îraqê gelek kêm bûye û li hinek deveran ber bi jinavçûnê ve diçin, nemaze jî li wan deverên ku Daiş têde bûn.
Pompiyo got jî: Berî sala 2003yê milyonek û pênc sed hezar kirîstîyan li Îraqê dijîyan , lê niha hejamra wan nageh 250 hezar kirîstîyanan. Hikumeta Îraqê neşîyaye jîyana Kirîstîyanan ji dest Daişê biparêze,belê Waşitunê hewil daye neku tenê li Îraqê belku Kitrîstîyanan li her cihekê bin, jîyana wan biparêze.
Herweha got jî: Pêdivîye jîyana Kirîstîyanan li hemû cîhanê nemaze jî li rojhilata navîn parêztî be