Ragehandinek ji hikumeta Herêma Kurdistanê ve
Hikumeta Herêma Kurdistanê ragehandibek belav kir li ser topbarankirina sinûran ji alîyê Îranê ve û herweha hêrişkirina ser çend endamên supayê pasdaran.
K24- Hewlêr
Hikumeta Herêma Kurdistanê ragehandibek belav kir li ser topbarankirina sinûran ji alîyê Îranê ve û herweha hêrişkirina ser çend endamên supayê pasdaran.
Di wê ragehandinê de hatîye: Herêma Kurdistanê, selmanîye ku li dverê, fakterê akincîyê ye û rêzê li hevsinûrîyê û hevsûyê digire, qet rê nade û bi ti awayekê jî qebûl nake sinûrên wê bo hêrişkirin û têkdana ewlehîya welatên hevsû û karên neberpirsane bihên bikaranîn.
Deqa ragehandinê:
Ragehandinek ji hikumeta Herêma Kurdistanê ve:
Duhî Sêşembîyê, 9/7/2019 li devera Pîranşehir a hevsinûr li gel Herêma Kurdistanê, hêrişeke çekdarî li dijî çend endamên Supayê Pasdaran hat encamdan, li beranberê wê yekê jî Komara Îslamî ya Îranê, deverên sinûrî yên nav axa Kurdistanê topbaran kirin, ku cihê daxêye bi egera wê burdûmanê, di yek malbat de welatîyek şehîd bû û dû jî birîndar bûn. Herdû bûyer jî cihê nîgeranî û nerazîbûna me ne.
Em tekez dikîn Herêma Kurdistanê selmandîye, ku li deverê fakterê akincîyê bûye û rêzê li hevsinûrî û hevsûyê digire, qet rê nade û bi ti awayekê jî qebûl nake sinûrên wê bihên bikaranîn bo têkdana ewlehîya welatên hevsû û encamdana karên naberpirsane. Daxwaz ji Komara Îslamîya Îranê dikîn burdûmankirina deverê ragire û nebe egera nîgeranî û derbiderbûna xelkê wê deverê.
Hikuemta Herêma Kurdistanê
10/9/2019