Serokê perlemana Îraqê peywendî bi serokê hikumeta Herêma Kurdistanê kir

Piştî wê yekê ku perlemana Kurdistanê mitmane dayê kabîneya nehema hikumeta Herêma Kurdistan, Mehemed Helbûsî, serokê Civata Nwênerên Îraqê, bi rêya telefonê ve peywendî bi Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê kir û hêvî xwazt hikumeta Herêma Kurdistanê bibe egera baştirbûna peywendîyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û piştîvanî û hevkarîya xwe jî derbirî bo serokê hikumeta Herêma Kurdistanê.

K24- Hewlêr

Herweha di wê peywendîya telefonî de, serokê perlemana Îraqê , pîrozbahî li Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê kir bi boneya mitmane wergirtijna kabîneya nehem ji perlemanê û hêvêya serkevtinê bo wî xwazt.

Evro Perlemana Kurdistanê mitmane  bi pêkhateya kabîneya neheme hikumeta Herêma Kurdistanê bexşî û di gotarekê de Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê xîçên giştî yên çar salên dahatî yên hikumeta Herêma Kurdistanê pêşkeş kir. Amaje bi wê yekê jî kir, ku karê wan yê sereke rûbirûbûna gendelîyê û encamdana çaksazîyê ye.