Pompeo: Pêwist e Amerîka sizayan li ser Tirkiyê bisepîne

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo ragihand, li gorî yasayên Amerîka jiber ku Tirkiyê mûşekên S-400 kirîn, pêwist e Amerîka sizayan li ser Tirkiyê bisepîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo ragihand, li gorî yasayên Amerîka jiber ku Tirkiyê mûşekên S-400 kirîn, pêwist e Amerîka sizayan li ser Tirkiyê bisepîne.

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo da zanîn, Yasayên wan destnîşan dikin ku ewê dorpêçê danin ser Tirkiyê.

Mike Pompeo got, di serî de ew û Serok Trump jî ji derveyî yasayan kar nakin û yasa çi ferman bide, ewê wisa tevbigerin.

Her çend e Serokê Amerîka Donald Trump di kombûna G-20 an de gotibe: Ew dorpêçan dananin ser Tirkiyê, lê helwesta Pentagon û Wezareta Derve ya Amerîka nehatiye guhartin.

Duhî jî ajansa Bloomberg dabû zanîn, plana dorpêçên aborî hatiye amadekirin û ji Serok Trump re jî hatiye şandin.

Di navbera Tirkiye û Rûsyayê de proseya radestîkirina mûşekên S-400 berdewam e. Di vê çarçoveyê de heta niha 7 firokeyên leşkerî yên Rûsî gihiştin Baregeha Esmanî ya Murteda Enqerê.

 

S. B