Pompeo: Pêwist e Amerika ambargoyê deyne ser Tirkiyê

Wezirê Derve yê Amerika Mîke Pompeo diyarkir: Ligor yasayên Amerika, jiber ku Tirkiye mûşekên S-400 kirîn, pêwist e Amerika ambargoyê deyne ser Tirkiyê.

K24- Hewlêr

Wezirê Derve yê Amerika Mîke Pompeo diyarkir: Ligor yasayên Amerika, jiber ku Tirkiye mûşekên S-400 kirîn,  pêwist e Amerika ambargoyê deyne ser Tirkiyê.

Wezirê Derve yê Amerika Pompeo da zanîn: Yasayên wan destnişan dikin, ku ew dê dorpêçê deynin ser Tirkiyê.

Mike Pompeo got: Bawer im Serok Trump jî, ji derveyî yasayan kar nake û yasa çi ferman bide, ew dê wisa tevbigerin.

Duhî Ajansa Bloomberg dabû zanîn: Plana dorpêça aborî hatiye amade kirin û ji Serok Trump re jî, hatiye şandin.