Yekêtîya Ewrûpa amadekariyan dike bo sepandina dorpêça aborî li ser Tirkiyê

Wezirên Derve yên Yekêtîya Ewrûpa, amadekariyên dorpêça aborî li ser Tirkiyê, gotûbêj dikin.

K24- Hewlêr

Wezirên Derve yên Yekêtîya Ewrûpa, amadekariyên dorpêça aborî li ser Tirkiyê, gotûbêj dikin.

Ligor Nûçeya Bloomberg a Amerikî û Deutsche Welle, Wezirên Derve yên Yekêtîya Ewropa, di demek nêzîk de, dê di derbarê lêgerinên neyasayî yên Tirkiyê li Peravên Komara Qibrisê de, gotûbêjan bikin.

Di kombûna Weziran de, lêgerinên Tirkiyê yên li Derya Naverast wekî "Ne Yasayî"  tên destnişan kirin û li hemberî vê helwesta Tirkiyê bêdeng namînin.

Di nav bernameya dorpêça ser Tirkiyê de, peymanên rêyên hewayî dê werin cemidandin, alîkarîyên bo Tirkiyê werin birîn, kiredîyên bank jî didin Tirkiyê, dê werin sinordar kirin.