Balyozê Tirkiyê li Îraqê: Nebe PKK li Şengarê bimîne

Fatih Yeldiz, balyozê Tirkiyê li Îraqê di serdanekê de bo bajêrê Mûsilê, tekez kir, ku wan ji mêje dest bi danûstandinan kirîne li ser hebûna PKKyê li Îraqê bi giştî û deverên bakûra Îraqî û bi xuyayî jî li Şengarê û Mexmûrê.

K24- Neynewa

Got jî: Ti cudahî nîne, di navbera ewên li deverên sinûrî ne û ewên li Mexmûr û Şengarê ne û pêwîste em hewlên xwe li hemû wan cihan bikin yek.

Ev di demekê de ye ku hewlên hikumeta Îraqê jî berdewamin bo derkirina PKKyê li Şengarê. Berpirsên Neynewa jî amaje bi çend civînan dikin ku bo evê mebestê li Bexdayê hatîne encamdan û dibêjin: Di nêzîk de encamên wan civînan xuya dibin.

 Li ser  evê mijarê, parêzgarê Neynewa, Mensûr Meriîd got: Me Pirsa PKK li gel balyozê Tirkiyê behis nekirîye , çunku rê yên din yên peywendîyê hene, alîyek dîyakirî ji hikumeta Îraqê hatîye raspartin bo çareserkirina pirsgirêkên Şengarê. Ev yek jî mijara PKK û serbazgeha Başîkê bi xwe ve digere, bi bawerîya min di heftîya dahatî de encam dê xuya bin.