Tirkiye rexne li Emerîka digre û hêvî dike wan ji bernameya F35 nederxe

Tirkiye rexne li Amerîkayê digre ku, ji bernameya F35 hatiye derxistin û destnîşan dike, helwesta Amerîka bi rihê hevpeymaniyê û daxuyaniyên Serokên her du welatan re nagunc e.

K24- Hewlêr

Tirkiye rexne li Amerîkayê digre ku, ji bernameya F35 hatiye derxistin û destnîşan dike, helwesta Amerîka bi rihê hevpeymaniyê û daxuyaniyên Serokên her du welatan re nagunc e.

Peyvdarê Serokomarê Tirkiyê Îbrahîm Kalin û Şêwirmendê Asayîşa Neteweyî ya Amerîkayê John Bolton bi rêya telefonê, pêwendiyên dûalî û pêşhateyên dawî yên herêmê gengeşe kirin.

Li gor daxuyaniya Serokomariyê, Tirkiye dilgiraniya xwe ya derxistina ji bernameya firokeyên F35 aniye ziman û destnîşan kiriye, pêwendiyên Amerîka-Tirkiye bi fişarên yekalî pêş ve naçin.

Herweha di pêwendiyê de, cîbicîkirina nexşerêya Minbicê û dirustkirina herêma Ewle ya li bakurê Sûriyê jî hatiye rojevê û Tirkiye xwestiye, divê metirsî liser ewlekariya Tirkiyê dirust neke.

Ji alyek din ve,berpirsek Tirkiyê ragihand, ew  bihêvî ne, ku Amerîka wan bi şêwazek fermî, ji projeya F35 dernexe.

Serokê Pîşesaziya Parastina Tirkiyê Ismaîl Demîr got, ew bi hêvî ne, ku Amerîka bi şêwazek fermî, wan ji proje û bernameya F35 dernexe, û da zanîn, ku ew bi vê peymanê ve girêdayî ne, heta xuleka dawî û dê erkê xwe bicih bikin.