Emerîka û Tirkiye dirustkirina herêma Ewle li bakurê Sûriyê gengeşe kirin
Îbrahîm Kalin û John Bolton nexşerêya MInbic û dirustkirina herêma Ewle li bakurê Sûriyê gengeşe kirin.
K24- Hewlêr
Îbrahîm Kalin û John Bolton nexşerêya MInbic û dirustkirina herêma Ewle li bakurê Sûriyê gengeşe kirin.
Peyvdarê Serokomarê Tirkiyê Îbrahîm Kalin û Şêwirmendê Asayîşa Neteweyî ya Amerîkayê John Bolton bi rêya telefonê, pêwendiyên dualî û pêşhateyên dawî yên herêmê gengeşe kirin.
Li gor daxuyaniya Serokomariyê, Tirkiye dilgiraniya xwe ya derxistina ji bernameya firokeyên F35 aniye ziman û destnîşan kiriye, pêwendiyên Amerîka-Tirkiye bi fişarên yekalî pêş ve naçin.
Herweha di pêwendiyê de, cîbicîkirina nexşerêya Minbicê û dirustkirina herêma Ewle ya li bakurê Sûriyê jî hatiye rojevê û Tirkiye xwestiye, divê metirsî liser ewlekariya Tirkiyê dirust neke.