Amerîka: Tirkiyê hêviyên me şikandin

Wezareta Derve ya Amerîkayê radigihîne, Tirkiye bi kirîna mûşekên S-400 ên Rûsî hêviyên wan şikandine.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Amerîkayê radigihîne, Tirkiye bi kirîna mûşekên S-400 ên Rûsî hêviyên wan şikandine.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Morgan Ortagus naveroka pêwendiya telefonî ya her du wezîrên derve yên Tirkiye û Amerîkayê Mike Pompe û Mewlût Çavuşoglu eşkere kir.

Morgan Ortagus da zanîn, Pompe ji hevpostê xwe yê Tirkiyê re gotiye ji ber kirîna mûşekên S-400 hêviyên wan ên ji Tirkiyê bi dijwarî şikestiye. Pompeo herwiha diyar kiriye ku di derbarê ewlekariyê sînor de ewê xemên Tirkiyê ber çavan bigrin.

Ji 12ê Tîrmehê ve veguhestina perçeyên mûşekên S-400 ji Rûsya bo Tirkiyê berdewam dike û heta niha 16 firokeyên barhilgir yên Rûsî gihîştine Enqera paytexta Tirkiyê.

Pêştir jî Wezirê Derve yê Amerika Pompeo ragihandibû, yasayên wan destnîşan dikin, ku ji ber kirîna mûşekên S-400 ew ê dorpêçê deynin ser Tirkiyê.

 

S. B

Fly Erbil Advertisment