Serokwezîrê Îraqê Adil Ebdulmehdî gehişte Tehranê

Nivîsîngeha Ragehandina Serokwezîrên Îraqê belav kiriye, Îro Serokwezîr bi seredanek kurt û fermî gihişte Tehranê û biryar e digel berpirsên bilind ên wî welatî bicive.

K24- Hewlêr

Evro, Dûşembîyê, 22/7/2019 ,Serokwezîrê Îraqê, Adil Ebdulmehdî gehişte Tehranê bi armanca gotûbêjan li gel berpirsên bilindên Îranê.

Nivîsîngeha Ragehandina Serokwezîrên Îraqê belav kiriye, Îro Serokwezîr bi seredanek kurt û fermî gihişte Tehranê û biryar e digel berpirsên bilind ên wî welatî bicive.

Seredana Ebdulmehdî ji bo Tehranê di demekê de ye, ku nakokiyên di navbera Îran û Amerîka de aloztir bûn e û beriya niha Ebdulmehdî, amadebûna xwe ji bo navbênkariya her du welatan de nîşan dabû.