Civîna Şanderê Amerîka bo Sûriyê û Wezîrê Berevaniya Tirkiyê berdewam dike

Civîna Şanderê Amerîka bo Sûriyê James Jeffrey û Wezîrê Berevaniya Tirkiyê berdewam dike.

K24- Hewlêr

Civîna Şanderê Amerîka bo Sûriyê James Jeffrey û Wezîrê Berevaniya Tirkiyê berdewam dike.

Nûçegihanê Kurdistan24 da xuyakirin, Jamef Jeffrey piştî hevdîtinên bi rayedarên Wezareta Derve ya Tirkiyê re, çû Wezareta Berevanî ya Tirkiyê û bi Wezîrê Berevanî Hulusî Akar re di civînê de ye.

Hat destnîşankirin, di rojeva aliyan de Herêma Ewle, krîza Sûriyê, pêşhatên dawî yên Îdlibê, komîteya destûrê û amadekariyên Tirkiyê bo operasyona Rojhelata Firatê hene. Tirkiye ji Amerîkayê dixwaze,  pabendî nexşerêya Minbicê bimîn e û kontrola herêma Ewle jî, radestî Tirkiyê bike.