Serokwezîrê Brîtanyayê hat destnîşankirin
Wezîrê berê yê derve yê Brîtanyayê Boris Johnson, wek Serokê Partiya Parêzgeran a Brîtanyayê ji aliyê endamên wê partiyê ve hat hilbijartin û dibe Serokwezîrê Brîtanyayê.

K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê berê yê derve yê Brîtanyayê Boris Johnson, wek Serokê Partiya Parêzgeran a Brîtanyayê ji aliyê endamên wê partiyê ve hat hilbijartin û dibe Serokwezîrê Brîtanyayê.
Pêşbirka wergirtina wê posta girîng a Ewropayê di navbera Boris Johnson û Wezîrê Derve yê niha Jeremy Hunt bû, lê Boris Johnson deng ji rikberê xwe zêdetir wergirt.
Serokwezîra berê Theresa May ji ber ku di cudakirina Brîtanya ji Yekîtiya Ewropayê de şikestî anî, dest ji kar vekişand û Serokwezîrê nû jî divê wê pirsê di heyama 3 mehan de yekalî bike.
Di Çileya 2015an de Boris Johnson serdana Herêma Kurdistanê û bereyên Pêşmerge kiribû, Herwiha serdana navenda bajarê Hewlêrê jî kir û wêne bi welatiyan re girt û bi wan re jî çay vexwar.
S. B