Çekdarên Daişê hêriş kirin ser gundekê Ereban li Gulale
Çekdarên rêkxistîya Daişê hêriş kirin ser gundê Îslah li devera Şêx Bawe.
K24- Hewlêr
Çekdarên rêkxistîya Daişê hêriş kirin ser gundê Îslah li devera Şêx Bawe.
Nuçegihanê Kurdistan24 ragehand: Ewî şerî çend demjmêran vekêşa û zîyan jî heye lê heya niha ew zîyan bi temamî nehatîye zanin.
Li gor zanyarîyên nuçegihanê Kurdistan24, hêzeke supayê Îraqê gehiştîye wê deverê û çekdarên Dişê jî xwe di nav bax û daristanên deverê veşartine û bi vî awayî jî hêzên Îraqî nekarin hêrişê bikin ser wan.
Gundê Îsalh piranîya xelkê wê Ereb in û ser bi bajêroka Gulale ye li sinûrê qeza ya Xaneqîn, li parêzgeha Dîyale.
Di dû heftîyên burî de li sinûrê Gulale, 11 kes bi egera karên teroristî hatîne kuştin û birîndarbûn û livînên Daişê bi aşkera dîyar dikevin.