Li Elmanya gefên nejadperistan zêde bûne

Piştî bidawî hatina Şerê Cîhanî yê 2yemîn, hemû şunewarên Nazîyan û hizir û ramanên wan jî, neman. Nekarîn di nav civatê de, xwe eşkere bikin. Lê, di van salên dawîyê de, dengên Nazîyan, li jêr navên rêxistin û partiyên cuda de, dîsa bilind dibe û êdî bê tirs û şerm hebûna regezperestîya Almanan tê behis kirin û li jêr wê hizrê, gelek tawan jî, hatine kirin .

K24-Dusseldorf-Elmanya

Tirsa berzbûna asta nejadperistên Alman her diçe bêtir dibe. Dawî  rûnştina perleman li ser vê pirsê bu û gef û hêrîşên tûndrewan ku berê li ser biyanî û penaberan di hatin kirin ,êdî li ser elmanan bi xwe jî çê dibin , dawî car kuştina falter lubke serokê hukûmeta bajarê Kassel b . li gor Siyasetmedarekê listeke nû ya navan aeşkere bûye .

Inge Heoger – siyasetmedar, dibêje: Gelek siyasetmedarên Elman li jêr gefê de ne ji ber rastrewên tûndrew û lîsteke navan hatiye aeşkere kirin ku navê 25 hezar çalkvan û siyasetmedarên Elman têde ye, ewên piştevanên kesên biyanî û penaberanin. Neveşartiye rastrewên Elman li dijî biyanîyan kar dikin heta yên ku bi salan li vir xebatê dikin.

Rastrewên tûndrewên Elman propaganda li dij , bi kar tînin û êdî gelek ciran civak jî di keve jêr wê bandûrê û jibo hin xebatkaran dibe berbestek li hemberî jiyana wan.

Elmanya di pirsa penaberan de hemû dergehên xwe vekirin û hewcedarî xebatkarane ,lê ji eliyekî din ve beşeke mezin ya civakê û hin rêxrawên nejadperist wê siyasetê qebûl nakin û bi tûndî şerê wê dikin.