Firokeyên Rûsî û Suriye carek din navçeya kêmkirina şer bombebaran kirin

Ji encama bombebarankirina firokeyên Rûsyayê û Sûriyê li ser navçeya kêmkirina şer, 23 kes hatin kuştin û 35 kesên din jî, brîndar bûn

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji encama bombebarankirina firokeyên Rûsyayê û Sûriyê li ser navçeya kêmkirina şer, 23 kes hatin kuştin û 35 kesên din jî, brîndar bûn.

Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan belav kiriye, firokeyên şer ên Rûsya û Sûriyê, carek din navçeya kêmkirina şer li bakurê rojavayê Sûriyê, bombebaran kirin û di encam de 23 kes hatin kuştin, ku 8 ji wan çekdar in û 35 kesên din jî, birîndar bûn.

Rewangehê belav jî kir, êrîşên firokeyên Rûsya û Sûriye: liser gundewarên Meare Niman li parêzgeha Îdlib, bajarokê Etarib û gundê Bewabiya yên Helebê û Bajarokê Letamina yê Hemayê bû ye, ku ji bilî ziyanên canî, gelek mal û avahiyên welatiyan jî, wêran bûn.

 

 

 

C.B